• DOLAR 32.368
  • EURO 35.061
  • ALTIN 2325.136
  • ...
Mexdûrên daraza FETO ji zindanê derketin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamên Vahdet-Dera Semsûrê, Kamîl Demîral û Îsmaîl Alpaydin ên ku di sala 2010an de bi qumpasa ji teref FETO ve hatibû lidarxistin hatibûn girtin piştî ku cezaya wan a wek 4 sal û 6 meh qediya ji zindanê derketin.

Kesên ku hatin tahliyekirin ji teref Serokê Bajarê Semsûrê yê HUDA PARê Alî Çelîk, Serokê Navçeya Kahtayê yê HUDA PARê Bedîr Elçî, Serokê Vahdet-Dera Semsûrê Bîlal Demîr û endamên komelê û malbatên mehkûman ve hatin pêşewazkirin.

Mexdûrê FETO Kamîl Demîral diyar kir piştî ku ew cezaya ji wan re hatibû dayîn razane ji zindanê derketine. Dûvre Demîral wiha pê de çû: “Piştî ku em cezaya xwe razan derketin. Em bi efû û bi şikleke din derneketin û dema ku em derketin jî me li pey xwe 2 mezlûm û mustezaf hêşt. Hêj jî di zindanê de ne. Mustafa Yetîş, 2 sal beriya me ketiye zindanê û dê piştî 10 mehan derkeve. Mehmet Kalan jî piştî 6 mehan dê derkeve. Ez rica dikim ji we em derketin, hûn ji yên din re dua bikin.”

Serokê Vahdet-Dera Semsûrê Bîlal Demîr, diyar ku endamên wan di encama qumpasan de hatine girtin.

Demîr wiha axivî: “2 birayên me yên ku me di sala 2010an de di encama qumpasên ku li wan hat kirin de şand girtîgehê îro her du kesan me bi ciwan û endamên xwe pêşewaz kir û me wan heta malên wan anî. Hemd ji Xweda re ku îro em serbilind û bi rûmet in. Em bi wan re îftîxar dikin. Lewra baweriya me ew e ku wan ji bo Xweda micadele kirine û di encama vê yekê de qezenc kirine. Îro me van qezencan bidest xist.”

“Birayên me piştî ku cezayên xwe kişandin derketin”

Demîr wiha axivî: “Mê vê yekê dît. Xwedê Teala ji kesên ku davik vedan re bi şiklekî herî baş bersiv da. Îro em li derve ne û me bi tekbîr û selewatan endamên xwe hilgirt. Hemd ji Xweda re yên  din bi zilletê ketin hepsê. Em dixwazin ku ji dîrokê ders werin sitandin. Em dixwazin ji vir vê yekê jî beyan bikin. Birayên me piştî ku cezayên xwe kişandin derketin. Em ji vir ji erkanên dewletê û rêvebirên wê re vê yekê dibêjin; baş e. Hûn zaliman didin girtin. Mezlûman jî bibînin. Van mezlûman ji zindanan derêxin. Lê wan cezayên xwe kişandin. Û niha birayên me yên ku li mihaciriyê ne û ji ber qumpasên FETO ji mal û welatên xwe bûne hene. Em bang dikin ku ew jî demildest vira û heqê wan ji wan re were îadekirin.”

Îrfan Demîralê ku hatibû beriya kekê xwe wiha diyar kir: “Hemd ji Xweda re kekê min piştî cezaya xwe qedand derket. Efû nîne. Ji xwe me jî efû nedixwest. Xweda her tiştê dibîne. Wext dide lê îhmal nake.”

Oguzhan Demîrkayayê ku hatibû birayê xwe yê Yusufî pêşewaz bike wiha diyar kir: “Hemd ji Xweda re cezaya xwe raza. Hinek kekên me yên Yusufî hêj di girtîgehê de ne. Em dixwazin ku ji nû ve werin darizanidin. Înşaellah dê ew jî di demeke kurt de bigihêjin malbatên xwe.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir