Li fabrîqayê çizirîna gazê: Miriyek û 3 birîndar
Li Osmaniyê ji ber ku di fabrîqayekê de gaz çizirî kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li Osmaniyê di febrîqaya hesin-polanê ya li Sanayiya Organizê ji ber sedemeke hêj nediyar gaz çizirî. Ji ber gaza ku çizirî kesek jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê û tên dermankirin.(ÎLKHA)