Kurtulmuş: Lêxistina baregaha eskerî gaveke erênî ye
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş di derheqê êrîşa ku ji teref DYAyê ve li baregah asimanî ya li Sûriyê hat kirin de destnîşan kir "Lêxistina baregaha eskerî gaveke erênî ye, lê divê dawî li vê yekê bê anîn û pêwîst e rejîma Eset di qada navneteweyî ve bi temametî bê cezakirin."
Arîkarê Serokwezîr Kurtulmuş di daxuyaniya ku di derheqê êrîşa DYAyê de daxuyaniyek da. Kurtulmuş di daxuyaniya ku da de gotinên Serokomar Erdogan “ Me jî got, gotin tenê ne bes e, divê îcraet jî hebe.” di bîran xist û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi destê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êrîşa li dijî baregeha asimanî ya ku jê êrîşî sivîlan hat kirin û çekên kîmyewî tê bikaranîn, girîng e. Divê civaka navneteweyî li dijî vê hovîtiya rejima Eset helwesta xwe bidomîne da ku rejîma Eset êdî nikaribe zirarê bide xelkê. Ji ber vê yekê em vê êrîşê erênî dibînin û divê rejîma Eset di qada navneteweyî da bi temametî bê cezakirin.”(ÎLKHA)