• DOLAR 32.376
  • EURO 35.018
  • ALTIN 2325.854
  • ...
Serokwezîr Yildirim ji gotinên Kiliçdaroglu yên di derheqê penaberan de re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axavtina xwe ya ku li Entabê kiribû de di derheqê penaberên Sûriyeyî de wiha gotibû “ Ew welatiyên ji sinifa yekemîn in yên me ji sinifa duyemîn. Nexweşên me li benda dorê ne, ew li benda dorê nasekinin. Xortên me şehîd dibin xortên wan li kêfa xwe dinêrin. Niha dibêjin ‘ger ku erê derkeve em ê welatîbûnê bidin wan.’ Dixwazin wan bixin welatî.”

Serokwezîr Bînalî Yildirim li Entabê di merasîma ku beşdarî bû de  gotinên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu rexne kir û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Agahiyên çewt û xelet didin we, haya min ji vê yekê heye. Dibêjin ‘ew ê Sûriyeyî wiha bibin û wisa bibin’ û serê we tevlîhev dikin. Ji nokê heta kokê derew û îftîra ne. Entabê bajarê ensaran e û mêvanperwer e. We deriyê mala xwe ji kesên ku di zehmetiyê de ne re vekir. Xweda ji we razî be.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir