• DOLAR 32.49
  • EURO 34.775
  • ALTIN 2491.241
  • ...
HUDA PARê ji qutkirina desteka ku ji cotkran re dihat dayîn re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Farqînê bi îddîaya ‘endambûna rêxistinê ‘ desteka ku ji hinek cotkaran re dihat dayîn hat birîn. Ji ber vê qutkirina destekê Serokatiya Navçeya Farqînê ya HUDA PARê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Metna daxuyaniyê ji teref Arîkarê Serokê Navçeya Farqînê yê HUDA PARê Adnan Balyen ve hat xwendin.

Balyen di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew her tim wek teşkîlata Farqînê li ba xelkê ne û wiha pê de çû: “Her car bi hincetên cûrbecûr ew desteka ku ji cotkaran re tê dayîn tê qutkirin ku ev yek jî xelkê mexdûr dike. Qismek cotkarên ku hatine mexdûrkirin serî li teşkîlata me dan û mexdûrîyeta xwe anîn zimên. Ew desteka ku dewlet dide cotkaran ji ber ku bi hinceta pêwendîdarbûna bi rêxistinê terorê re tên qutkirin  cotkarên me mexdûr dike.”

Balyen di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew qutkirina destekên krediyê yên ku ji xelkê Farqînê re tên dayîn bi agahiyên îstxbarata nerast ji teref hinek kesan ve bêyî lêkolînê hatine dayîn ku ev yek ne li gor heqqaniyetê ye. Balyen dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew cotkarên ku muracatî me kirin diyar kirin ku ew desteka nêzî 100 hezar TL ye hatiye birîn û   ne mimkûn e, ew wan sûcên ku li wan tên îsnadkirin qebûl bikin. Serîlêdanên îtîrazê yên ku van welatiyên me li Farqîn û Diyarbekirê kirine bêencam mane û  ji bersiva ku ji wan re hatiye dayîn de hatiye diyarkirin tiştekî wisa nehatiye tespîtkitin û divê ew destekên krediyê ji wan re bê dayîn. Ji ber vê helwesta keyfî xelkê me mexdûr dibe. Em wek teşkîlata HUDA PARê ya navçê bang li hikûmetê dikin; ew desteka ku ji cotkaran re tê dayîn bi çandina axê ve girêdayî ye. Qet ne muhîm e ku kî axê dişuxilîne û divê ne muhîm be jî. Divê ev îddîaya bên îspatkirin, bêyî îspatkirinê qutkirina destekê sepaneke neqanûnî ye. Ez ji hikûmetê teleb dikin ku dawî li van sepanên nehûqiqî û keyfî bîne. Pêwîst e destekên ku hatine qutkirin dîsa bên dayîn.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir