• DOLAR 32.588
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2411.427
  • ...
"Zalim dê di xwîna ku dirêjin de bixeniqin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Wanê 48 saziyên civakê yên siwîl di pêşewantiya Înîsyatîfa Piştgiriya Siwîl de hatin cemhev û ji bo kesên ku di li Îdlîbê di encama êrîşa kimyayî ya li siwîlan hat lidarxistin de jiyana xwe ji dest dabûn nimêja xiyabî kirin.

Nimêj ji teref melayê Mizgefta Hz Omer Emîn Akan ve di hewşa mizgeftê de hat kirin û pji bo Ummetê dua hat kirin. Dûvre M. Garip Cesur, li ser navê SDÎyê daxuyaniyê xwend û diyar kir ku dê zalim di xwîna ku dirêjin de bixeniqin.

Cesur wiha destnîşan kir: “Rejîma zalim a Esed ji sala 2013an pê ve sed caran zêdetir çekên kimyayî bikar anîye. Li Îdlîba Sûrî di derdora saetên sibê de li herêma Şeyhunê dema ku însan di xew de bûne dûbre rejîma zalim Esed xeza kimyayî bikar aniye û bi dehan zarok herî kêm 100 siwîl hatine qetilkirin. Hat ragihandin ku pirraniya wan zarok herî kêm 500 însan ji xezê bandordar bûne û di binkeyên tendirustiyê de cî tune.

Rejîma zalim a Esed beriya vê yekê jî xeza kimyayî bikar aniye, bi hezaran zarok ji van xezan bamdordar bûne û wefat kirine. Di sala 2013an de li herêma Rojhilata Gutaya Şamê Esadê ku xeza  kimyayî bikar aniye di encama vê de herî kêm hezar û 400 jiyana xwe ji dest dane pirraniya wan pîrek û zarok herî kêm 10 hezar siwîl jî birîndar bûne. Mixabin ev qetlîamên ku 6 sal e li Sûrî pêk tên roj bi roj zêdetir dibe.”

Cesurê ku diyar kir divê ku bertek ji vê zulmê re pwere dayîn wiha axivî: “Esedê zalim di warê zulma ku pêk tîne de ji bavê xwe xedartir derket û bi dos û aligirên xwe karî navê xwe di dîrokê de li lîsteya le’netiyan binîvîse. Dinya jî li hemberê vê zulma ku li welatên Îslamê diqewime bê deng maye.”

“Dê hesaba her mezlûma ku hûn zûlmê lê dikin ji we were pirsîn”

Cesur diyar kir ku dê ahê mezlûm û belengazan li cem zaliman nemîne. Dûvre Cesûr wiha diyar kir: “Divê ku her kes bizanibe bêdengiya li hemberê vê yekê dê we ji berprsyariyê xelas neke. Bila qetîl DYA û Ûris jî bizanibin ku rejîmên ku ew dadimezrînin û diparêzin û rêxistin û zalimên ew pêk tînin bi îzna Xweda dê rojeke hilweşin. Bila zalim bizanibin ku di Kitêba me de dijmintiya me ji xeynî zaliman bi tu kesî re tune. Dê hesaba her dlopa xwînê ya ku hûn dirêjin û zulma ku li her mezlûmê dikin were pirsîn.”

Cesur di dawiya daxuyaniyê de wiha diyar kir: “Wek Înîsyatîfa Piştgiriya Siwîl a Wanê em bang li hemî mirovahiyê dikin ku ji bo li ser rûyê dinê edalet û huriyet hakim bibe hewl bidin û xwedî li hemî mexdûr, mezlûm mustezefan xwedî derkebin.”  (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir