• DOLAR 32.342
  • EURO 35.146
  • ALTIN 2311.305
  • ...
"Gelê me hesasiyeta xwe ya di derheqê êtîman de îspat kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekê ku dê zanîn di 26ê Adarê de Ender Tekîn, Muzaffer Gurler, Selamî Guneş, Bîlal Guler, Mustafa Altuntop, Mehmet Alî Oguz û Grup Tîllo wek hunermend ji bo êtîman beşdarê qonserê bibûn.

Serokê Giştî yê Yetîm-Derê Fîkrî Karavîl, di derheqê dehata qonsera ku ji teref Yetîm-Derê ve hatibû lidarxistin de nirxandin kir.

Karavîl diyar kir ku wek komele wan ji qonsera ku ji bo êtîman hat lidarxistin de 69 hezar û 765 lîre dehat berhev kirine. Dûvre Karavîl wiha axivî: “Me berê jî dizaniya ku gelê me di derheqê êtîman de xwedî hest in. Me vê yekê diyar kiribû. Xweda ji kesên ku beşdar bûne razî bibe. Gelê me hesasiyeta xwe ya di derheqê êtîman de îspat kir. A girîng ew e ku saziyên siwîl ên wekê me gel qenalîze bikin. Hemd ji Xweda re ji ya ku me texmîn dikir çêtir bû.”

“Bi tevahî 69 hezar û 765 lîre hat berhevkirin”

Karavîl wiha pê de çû: “Malbatên êtîmên me jî beşdarê bernamê bûn. Bi vê wesîlê ez ji gelê ku di qonserê de piştgirî dane me re teşekur dikim. Her wiha hunermend xêra xwe beşdarê bernamê bûn. Em ji wan re jî wek teşekur deyndar in. Me ji bo qonserê 6 hezar bilet derxistibû. Nêzî 60 hezar TLyan me pere bidest xist. Ji xeynê vê yekê kermes hat lidarxistin. Ji kermesê 7 hezar lîre hat berhevkirin. Her wiha xêrxwazên ku dixwestin piştgirî bidin êtîman 2 hezar û 500 lîre pere dan. Bi tevahî 69 hezar û 765 lîre hat berhevkirin.”

“Çavên êtîman li rêya me maye, hêvîdar in ku em alîkariya wan bikin”

Karavîl, diyar kir ew dehata ku wan ji qonserê bidest xistinê dê heta dawiya vê heftiyê bidin êtîman. Dûvre Karavîl wiha pê de çû: “Biletên me yên ku hêj nehatine destê me hene. Dema ew jî werin dê em têxin ser hesabê û bidin malbatên ku me diyar kirine. Her wiha dê em bi vê dehatê alîkariya 100 êtîmên Sûrî jî bikin. Heta dawiya vê heftiyê înşaellah dê em vê alîkariyê ragihînin êtîman. Niha em li 500 malbatên êtîm mêze dikin. Her meh em alîkariya van dikin. Em her meh 43 hezar û 950 tl radizînin hesabên êtîman.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir