• DOLAR 32.57
  • EURO 34.929
  • ALTIN 2436.602
  • ...
Di 15ê Tîrmehê de derbeker û fermandarên DYAyî hertim di halê têkiliyê de bûne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derket holê ku şeva Derbeya 15ê Tîrmehê Albay John Walkerê ji fermandarê DYAyê yê li Încîrlîkê û Tuggeneral Bekir Ercan Van bi hev re bûne.

Di idîanameya ku derbarê 15ê Tîrmehê ya ku ji teref Serdozgeriya Komara Enqerê ve hat amadekirin de navê Albay John Walkerê ji fermandarê DYAyê yê li Încîrlîkê derket pêş.

Di idîanameyê de hat diyarkirin ku şeva hewldana derbeyê sotemeniya balafirên F16yên ji bo derbeyê hatine bikaranîn ji teref balafirên ku ji Încîrlîkê radibin hatiye temînkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku Fermandarê Baregehê û derbeker Bekir Ercan Van, şeva 15ê Tîrmehê bi Albay John Walkerê fermandarê baregeha hewayê re bûye. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir