Li Bedlîsê di 9 gundan de qedexeya derketina derve hat îlankirin
Di 9 gundên girêdayê navçeya Tetwana Bedlîsê de qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Hat ragihandin ku li navçeya Tetwana Bedlîsê ji saet 00.00an pê ve di 9 gundan de qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Hat destnîşankirin ku li gundên Çavuşlar, Anadere, Odabaşi, Kuşluca, Yedîveren, Donertaş, Teknecîk, Sallica û Kisikli qedexeya derketina derve hatiye îlankirin. (ÎLKHA)