Li Şernexê teqîn: 3 leşker mirin 5 leşker jî birîndar bûn
Li Şernexê di heyama operasyonê de di encama înfilaqkirina narincokên ku binê erdê hatibûn bicîkirin de 3 leşker jiyana xwe ji dest dan û 5 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku li Şernexê di derdora Çiyayê Gebarê de dema ku operasyon dihat lidarxistin narincokên ku berê hatibûn bicîkirin hatin înfilaqkirin. Di encama înfilaqkirinê de 3 leşker jiyana xwe ji dest dan û 5 leşker jî birîndar bûn. (ÎLKHA)