• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Generalê derbeker bi telefonê 9 caran bi DYAyê re têketiye têkiliyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di idîanameya ku ji teref Derdozgeriya Komara Enqerê ve di derheqê baregeha Akincilara ku 15ê Tîrmehê ji bo derbeyê navend bûye hatiye amadekirin de agahiyên balkêş hene.  

Di idîanameyê de tê diyarkirin ji bo ku derbe wek serkeftî pêk were Tumgeneral Îdrîs Aksoy bi endamên FETO yên welatên din re di halê îrtibatê de bûye û fealiyetên koordînasyonê pêk aniye.

Hat destnîşankirin Aksoyê ku wê şevê li Bandirmayê bûye heta sibeya 16ê Tîrmehê bi telefona nimreya wê 12064148875 e û li DYAyê tê bikaranîn re 9 caran hevdîtin kiriye.

Hat idîakirin Îdrîs Aksoy di dîroka sûcê de Serokê Plan û prensîpên Fermandariya Hêzên Hewayî bûye û gor lîsteya tayînê ya ku Konseya Sulhê ya Welat amade kiriye wek Serokê Kurmaya Fermandariya Hêzên Hewayî hatiye tayînkirin. Her wiha hat diyarkirin ku Aksoy di 15ê Tîrmehê de dawetvanê daweta qîza Korgeneral Mehmet Şanver bûye lê beşdarê dawetê nebûye. Ji Stenbolê hatiye Bandirmayê. Li wir fealiyetên derbeyê pêk aniye.

Hat diyarkirin ku Aksoy bi binasiya ji ber ku şeva derbeyê ji bo ku derbe pêk were bi endamên FETO yên welatên din re di halê îrtibatê de bûye û fealiyetên koordînasyonê pêk aniye, di heyama fealiyetên derbeyê de ji bo ku ji Serokomar re sûîqast lidar bixe ji Bandirmayê bi Fermandariya Baregeha Jetê ya Îzmîrê û navçeya Dalamana Muglayê re têketiye têkiliyê, ji bo li Stenbol û Enqerê fealiyetên derbeyê teqîb bike bi telefonê hevdîtin kiriye û bi bajarên Meletî, Edene, Kocaelî û Eskîşehîrê re têketiye têkiliyê da ku derbe pêk were hatiye sucdarkirin.

Her wiha di idîanameyê de hat diyarkirin ku Aksoy şeva 15ê Tîrmehê ji nimrekî ya ku li Îngîlîstanê tê bikaranîn re jê re mesaj haptiye, bi telefona nimreya wê 12064148875 e û li DYAyê tê bikaranîn re 9 caran hevdîtin kiriye. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir