• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
"Bersûc ji bo ku doz were dirêjkirin zextê li parêzerên xwe dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Niştina ku qetîlên Yasîn Boru û hevalên wî Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz yên ku di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de ji teref HDPKKê ve hatibûn qetilkirin taloqê 24ê Nîsanê bû.

11 parêzerên 21 bersûcan beşdarê niştina ku di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de pêk hat de nebûn.

“Di dosyayê de biryar tê derengîkirin lê tu kes nikare ji edaletê bireve”

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Huseyîn Yilmaz piştî niştinê ji endamên çapemeniyê re daxuyanî da. Yilmaz wiha axivî: “Di nameya F.Gyê ya ku şandiye mehkemê de wiha hatiye diyarkirin; ‘Hemî bersûcan zextê li min kirin. Gortin; bibêje parêzerê xwe bila neyê niştinê. Mazeretê bişîne. Em dosyayê derengî bikin.’ ev yek tenê bi serê xwe dide nîşandan ku ev însan di girtîgehê de wek rêxistiya hevkar bihev re dixebitin. Bi vê yekê re parêzeran jî beralî dikin. Di dosyayê de biryar tê derengîkirin lê tu kes nikare ji edaletê bireve. Dê di dawiyê de illa pêk were. Çawa kesên ku dê werin cezakirin hebin dê bi heman şiklê yên werin beraetkirin jî çêbin. Em nikarin tevlê biryara mehkemê bibin. Lê tu kes nikare ji edaleta Xweda bireve.”

“Parêzerên bersûcan mafên xwe yên parastinê bi şiklekî xerab bikar dianîn”

Dûvre ji parêzerên dozê Murat Sadak wiha destnîşan kir: “Mixabin îro 11 parêzerên 21 bersûcan mazeretên xwe ragihandin. Ji ber vê yekê mehkeme niştinê da taloqkirin. Me di her halê de dixwest ku biryar were dayîn. Lewra parêzerên bersûcan mafên xwe yên parastinê bi şiklekî xerab bikar dianîn. Me xwest dema ku parêzerên bersûcan neyê jî biryar were dayîn. Lê ev daxwaza me hat redkirin.”

“Em naxwazin ku mehkeme ji lîstikên Alî Cengîz re bibe amûr”

Sadak wiha pê de çû: “Em naxwazin ku mehkeme ji lîstikên Alî Cengîz re bibe amûr. Em her tim diyar dikin ku em ji bo Yasînan li pey edaletê ne. Dê em di 24ê Nîsanê de jî ji vir wek qêrîn bibêjin ‘ji Yadînan re edalet’.” (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir