• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Bi resmên ku li ser textînê çêdike dîrokê dide nîşan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê Mehmet Karataşê ku ji zarokatiya xwe pêve dest bi çêkirina resiman kiriye piştî çendîn salan bi derfetên xwe bi çêkirina resiman kiriye bi resmên ku li ser textînê çêdike dîrokê dide nîşan.

Karataş li ser textînê sûrên dîrokî, Mizgefta Mezin, kûçeyên teng ên Sûrê û avahiyan û her wiha bi ayet û hedîsan qala dîrokê dike.

Karataşê ku odeke xaniyê xwe ji bo vê karê bikar tîne diyar kir ku ew dixwaze vê karê bidomîne. Karataş di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji dibistanê pê ve hewasê min ji resmê re heye. 35 sal e ez resim çêdikim. Berê min resmên qelemrejiyê çêdikir. Ev 3 sal e ez li ser ahşabê resim çêdikim.”

“Heta bikarim dê ez resim çekim”

Karataş diyar kir ku ew pirranî resmên dîrokî çêdike. Dûvre Karataş wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez halê Diyarbekirê ya kevin û xaniyên Diyarbekirê çêdikim. Ez ji çêkirina avahiyên ku ji kevirê hatine çêkirin û sûrê jî hez dikim. Berê mamosteke li ser textînê çêdikir. Ew çûye Stenbolê. Heta niha min nedîtiye ku tu kes li iyarbekirê vê karê dike. Armanca min ew e ku ez zêdetir û çêtir resim çêkim.”

Karataş diyar kir kir ku wî bi minasebeta Heftiya Pirtûkxaneyan li Zanîngeha Dîcleyê pêşangeheke lidar xistiye. Dûvre Karataş wiha diyar kir: “Ev kar sebir dixwaze. Ev resim çendîn saet û heftî didome. Wek nexşê ev tê çêkirin. Ez ji hevalekî xwe yê marangoz texte distînim. Li ser texteyên ku tînim qelemrejî çêdikim. Dûvre jî bi makîna xwe ez dişewtînim.”

“Ez dixwazim ku pêşangehên ber firehtir vekim”

Karataş, diyar kir li Diyarbekirê bes ew li ser ehşabê resim çêdike. Dûvre Karataş wiha pê de çû: “Li Diyarbekirê kesên ku bi boyaxa neftî çedikin hene. Lê yên li ser ehşabê çêdikin tunin. Ez dixwazim ku pêşangehên ber firehtir vekim. Armanca min ew e ku resmên çêtir çêkim. Heta niha 35 resmên min hene. Ev resim ji bo min pirr girîng in. Min emek bi van re daye.” (ÎLKHA) 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir