• DOLAR 32.386
  • EURO 35.096
  • ALTIN 2326.584
  • ...
Di lehiya li Kolombiyayê de hêrî kêm 250 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ku li Kolombiyayê di herêma Mocoayê de piştî baranê lehî û aşîta axê pêk hatiye. Di encama vê felaketê de 62yê wê zarok bi tevahî 250 kes jiyana xwe ji dest dane û 203 kes jî birîndar bûne.

Serokê Dewletê yê Kolombiyayê Juan Manuel Santos li ser malpera xwe ya twîtterê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de diyar kir ku li herêma Mocoayê hinek tax xera bûne û heta niha cesedên 254 kesan hatine derxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir