• DOLAR 32.582
  • EURO 35.012
  • ALTIN 2424.721
  • ...
15 emîn niştina doza Yasîn Boru dest pê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

15 emîn niştina doza ku qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş û Hasan Gokgoz ên ku di 6-7ê Cotmeha sala 2014an de ji teref HDPKKvê hatibûn qetilkirin dest pê kir. Xizmên mexdûran hêvîdar in ku biryar bê dayîn.

Di doza ku li Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê tê dîtin de 21 wê girtî bi tevahî 41 bersûc tên darizandin.  Alîkarên Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz û Huseyîn Yilmaz, hinek nûnerên STKyan, malbatên mexdûr û hiqûqnas beşdarê niştinê bûn.

Mitalieya di derbarê esasa vê doza ku 21ê wê girtî û bi tevahî 41 kesên ku tên darizandin de Dozgerê Komarê Abdurrahman Yalçin di meha sibatê de pêşewazê mehkemê kiribû.

Di mitalieyê de ji bo 23 bersûcan cezaya sermedî ya ku 6 car hatiye girankirin, ji 14 kesan re jî teleba beraetê hat xwestin. Her wiha di mitalieyê de tê telebkirin ku dê ji ber endambûna rêxistinê ceza ji kesekî re were dayîn û 3 kes jî firarî ne.

Ji Abdurrahîm Pamuk, Sedat Çoban, Mehmet Şah Yuce, Umît Doganay, Remzî Ozşan, Ahmet Taylan, Hasan Uyanik, Alî Karakurt, Erkan Balaban, Resul Savur, Alî Guler, Ahmet Tura, Mehmet Çaglar, Cevher Turk, Cîhan Yildiz, Ridvan Baş re cezaya sermedî ya ku 6 car hatiye girankirin, ji 14 kesan re jî teleba beraetê hat xwestin.

Ji zarokên bi navê Y.O, F.G, A.S, M.D û F.Kyê ku vê yekê bi wan dane kirin re jî bi binasiya ku “li ser navê rêxistinê sûc hatiye kirin” re ceza tê xwestin.

Her wiha di mitealeyê de ji kesên Hasan Okçu, Huseyîn Okçu, Ahmet Bîçîcî, Mahsun Kurt, Hasan Aldemîr, Burhan Dîcle, Adem Kaçmaz, Ahmet Arîf Yusufoğlu, Ahmet Tanriverdî, Abdulvahap Turan, Ersîn Adiyaman, Abdurrahman Turan û zarok M. İ yên ku bi Yildiz Doganay re gotine “wan bikujin” re ceza tê xwestin.

Ji bo bersûc Burhan Ay, Ersîn Fîlîzer û Îsa Ozelê di derheqê wan de biryara qefilandinê hatiye dayîn tê xwestin ku dosyayeke din were vekirin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir