• DOLAR 32.367
  • EURO 35.184
  • ALTIN 2323.966
  • ...
"Dewletên ku ji edaletê mehrûm in mayînde nînin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Evîndarên Pêxember li Xarpêtê bi temaya “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)” bernameya Wîladeta Pîroz lidarxist. Bername di Qada Îstasyonê de di saet 13.00an de dest pê kir.

Serokê Îhya-Dera Nû Mustafa Yilmaz axavtina destpêkê kir. Yilmaz wiha diyar kir: “Îro mirovahî di gîrdabeke mezin de ye. Di tu dîrokê de mezlûm, miletên dinyayê û bi taybet Umeta Îslamê wiha dûçarê zulmê nebûye. Weletên Mislimanan haptine îşqalkirin, serwetên wan hatine talan û texrîbkirin û însan hatine qetilkirin. Ev zulm û neheqî bi vê şiklê didome.”

Dûvre Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk di derbarê girîngiya rojê de axivî. Çelîk qala temaya ku ji teref platformê ve wek “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)” hatiye diyarkirin de axivî.

“Edalet dewletan li ser piyan digire”

Çelîkê ku diyar kir divê ku lîderên dewletan Hz Muhammed ji xwe re wek nimûne bihesibînin wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di vê qerna hanê tarî ya ku em tê de dijîn edalet ji holê rabûye. Em dizanin ku dîsa xelasiya hemî însanên belengaz û bêçare bi nubuvetê ye. Edalet ew e ku mirov heqê eşya an jî ya mezlûmê ji zaliman bistîne ye. Lewra edalet dewletan li ser piyan digire. Pêxemberê me (as) di her qonaxa jiyana xwe de edaletê hînê Umeta xwe dikir. Lewra edalet, dewlet û civakan li ser piyan dihêle. Dewletên ku ji edaletê mehrûm in mayînde nînin.”

“Bi edaleta mehkeman dewlet li ser piyan in”

Çelîkê ku di derheqê girîngiya edaletê de axivî diyar kir dema ku hewce bike mirov ji bo edaletê birçî û bê xanî jî dimîne. Dûvre Çelîk wiha pê de çû: “Edalet tişteke wisa ye ku însan ji bo wê birçî û bê xanî dimîne. Bes bila edalet hebe û îdarevan adilane hereket bikin. Wekê Pêxemberê me (as). Bi edaleta mehkeman dewlet li ser piyan in. Dema ku mehkeme adilane hikûm bidin dewlet, civak û malbat li ser piyan dimînin. Ji ber vê yekê kengî mehkemeyên me adilane hikûm bidin wê çaxê dê em xelas bibin.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir