• DOLAR 32.334
  • EURO 35.101
  • ALTIN 2300.043
  • ...
PDK û YNK: Xweserî mafê xelkê Kurdistanê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Civîna di navbera PDK û YNKê de di pêşîvantiya Serokê Herema Kurdistanê Mesûd Barzanî de li Pîrmamê hat kirin. Di encama civîna ku nêzî 3 seatan berdewam kir de daxuyaniyek hevpar hat dayîn.Di encama daxuyaniyê de hat destnîşankirin xweserî mafê xelkê Kurdistanê ye.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku li ser malpera fermî ya PDKê hatiye weşandin de hat diyarkirin xweserî mafê xelkê Kurdistanê ye.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat ragihandin mesela xweseriya Kurdistanê pir hûr û kûr hatiye nirxandin û herdu aliyan biryar daye bi awayeke cidî li ser mijara referandûmê weke mijareke neteweyî û niştîmanî kar bikin.  Her wiha herdu alî dê  komîsyoneke hevbeş pêk bînin da ku ligel aliyên siyasî û neteweyî yên Kurdistanê ji bo pêkanîna komîteyeke hevbeş, diyarkirina dem û mekanîzmaya çawaniya referandûmê danûstandinan bikin.

Her wiha di daxuyaniya hevpar a ku hat weşandin de di derheqê bilindkirina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê de hat diyarkirin bilindkirina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê yasayî ye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir