Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê :Li Kerkûkê nabe Ala Kurdistanê bê xwarê
Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî biryara Parlamentoya Iraqê red kir û diyar kir Li Kerkûkê nabe Ala Kurdistanê bê xwarê.
Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Rêbiwar Talebanî di derbarê biryara Parlamentoya Iraqê ya di derheqê bilindkirina ala Kurdistanê ya li Kerkûkê de daxuyanî da endamên çapemeniyê û tewra Encumena Parêzgeha Kerkûkê diyar kir.
“Em vê biryara Parlamentoya Iraqê bicih nayênin”
Talebanî di daxuyaniya çapemeniya ya ku da endamên çepemeniyê de wiha ragihand"Em vê biryara Parlamentoya Iraqê bicih nayênin. Lewra meclis ne mecbûr e her qerarê bicih bîne. Mehkemeya Federalî bi xwe ev hukim daye. Ji ber vê yekê ev biryar li Kerkûkê nayê bicihkirin."(ÎLKHA)