• DOLAR 32.368
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2325.19
  • ...
 "Divê em li pêxember binêrin û bi edaletê muamele bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Dergûleya Şirnexê ji teref Camî-Dera ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e ve bernameya Wîladeta Pîroz a bi miajra ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’ hat tertîpkirin.

Endamê ÎTTÎHADê Evdilbarî Çelîk di bernamê axavtinek kir û diyar kir “ Hûn ji bo Xwedê û ji bo eşqa Pêxember di bin vê baranê de li hev civiyan û hûn şil bûn. Xweda ji ber vê yekê wê ji narê dojehê azad bike. Xweda vê qaînatê, asîmanê û çiyayan û vê întîzamê bi heq xuliqandiye.  Tu tişt ne tesadûf e. Xwead ji bo ku edalat bê sazkirin, di nava însanan de yekîtî û digelhevî çêbibe pêxemberan ji me re şandiye. Xweda ji bo heqê yetîm, feqîr û bêkesan bi me bide hînkirin pêxember şand. Bê şiphe ew pêxember erka xwe bi şikleke kamil bi cî anî. Îro em li vê derê ji bo wîladeta wî yad bikin li hev civiyan û em li wî digerin. Pêwîst e em rêya wî zanibin û pêwîst e tiştên ku ew kiriye em jî bikin. Divê em lê binêrin û em bi edalet bin, bi edaletê muamale bikin.”

Bername bi diacyê ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir