• DOLAR 32.525
  • EURO 34.806
  • ALTIN 2422.632
  • ...
Arîkara Serokê Şaredariyê qala projeyên îfsadê yên ku DBP li navendên çandê dikir kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Arîkara Serokê Şaredariya Kayapinarê  Şukran Nemrut  li Diyarbekirê bi temsîlkarên jin ên STKyan ve hat bal hev û balan kişanda li ser projeyên îfsadê yên ku ji teref DBPê ve beriya qeyûmê li navendên çand û jinan dihatin kirin  û destnîşan kir li van deran ji PKKê re eleman dihatin temînkirin  û ji însanan re hevzayendî dihat empozekirin.

 “Cîgerxwîn ji KCKê re bûbû cihê temînkirina elemanan ”

Nemrut di berdewama axavtina xwe de diyar kir Cîgerxwînê ku cihê navenda çan û hunerê ye ji KCKyê re bûbû cihê temînkirina eleman û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Gelo vê yekê dizanîbû? Di pirtûkxaneya wê de 120 hezar kitêb hene 3 carana hatin kontrolkirin. Lê hê jî 180 kitêb li wir mane. Di wan kitêban de tiştekî ku tê de qala Xweda û Pêxember tê kirin tuneye. Lê belê li ser navê hînkirina bêdînîtî û bêîmaniyê her tiştê ku hûn bixwazin heye.”

Nemrut di berdewama axavtina xwe de diyar kir li van navendên jinan fikra hevzayendiyê tê empozekirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Gelo hûn bi Navenda Şewirînê ya Jinan a  Ekîn Ceren dizanin? Ev der hêj mohirkiriye. Ji vê derê paketan dişandin li serê çiyê. Wiha xuya dikir ku li wê derê şiklê herî dawî dihat dayîn. Rojek midûra min a malbat û jinan hat ba min û ji min re got ku ‘min di çekmecê de tiştek dîtiye. Lê ez nikarin tiştê ku min dîtiye ji te re bibêjim, ez ê wêne nîşanî te bidim.’ Gelo hûn dizanin ew çi bûn? Di wan wêne û fotoyan de hevzayendiyan jin û mêran dihat empoze û hînkirin.”

Nemrut diyar kir kesên ku di wan kreşên DBPê de de erkdar in ne mezûnê lîseyê ne jî û li wan kireşan ji zarokên 3,5 re sirûdê çiyan didan guhdarkirin.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir