"Em mecbûr in ku pergaleke ji şexsan xweser saz bikin"
Nacî Agbalê Wezîrê Maliyê li Entabê bi pîşêsaziyan re hat bal hev û qala referandûma ku dê di 16ê Nîsanê de bê kirin kir.
Wezîrê Maliyê Nacî Agbalê ku ji bo ziyaretinan hat Entabê li Odaya Bazirganî û Pîşêsaziyê bi pîşêsazan re hat bal hev. Agbal di civîna ku beşdarî bû de di derheqê pergala nû de diyar kir ‘Em mecbûr in ku pergaleke ji şexsan xweser saz bikin.’
Agbal di berdewama axavtina xwe de diyar kir em nikarin siyasetê ji ser kadro û şexsan mayînde û bi îstîqrar bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di van 14 salên dawî de digel temamê zehmetîyan me îstîqrara siyasî ya mayînde bi kadroyên siyasî bi dest xist. Lê tekez em nikarin siyasetê ji ser kadro û şexsan mayînde û bi îstîqrar bikin. Ger em dixwazin ev nesl pêşve biçe em mecbûr in ku pergaleke ji şexsan xweser saz bikin.”(ÎLKHA)