Li ser Rêbeja Diyarbekir-Rihayê qeza: 2 mirî 4 birîndar
Di qezaya ku li ser Rêbeja Diyarbekir-Rihayê pêk hat de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li ser 80emîn kîlometreya Rêbeja Diyarbekir-Rihayê du wesayît li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de kesên bi navê Mehmet Arlon û lawê wî Ozgur Arlon jiyana xwe ji dest dan. Kesên birîndar jî bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)