Li Yewnanîstanê penaberekî Sûriyeyî xwe şewitand
Penaberekî Sûriyeyî yê ku li Girava Sakizê muracata wî ya îlticayê bi encam nebûji bo mişkîleyan protesto bike xwe şewitand.
Hat ragihandin penaberekî Sûriyeyî yê ku li Girava Sakizê muracata wî ya îlticayê bi encam nebû ji bo mişkîleyan protesto bike benzînê li ser xwe dakir û xwe şewitand.
Hat hînbûn penaberê ku xwe şewitand li Atînayê rakirin nexweşxaneyekê û ji sedî 90ê laşê wî şewitiye. Her wiha polêsekî ku dixwast agir bitefîne jî ji ber şewatê birîndar bûye.
Di wîdyoya ku li ser medyaya civakî hat parvekirin de hat dîtin ku penaber bîdona benzînê di destê xwe de digre û dema ku dike ber bi penaberên din ve biçe agir bi bedena wî dikeve.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li giravên Yewnanîstanê bi hezaran penaber tên girtin û kirariyên muracata wan bi mehan berdewam dike. (ÎLKHA)