• DOLAR 32.52
  • EURO 34.888
  • ALTIN 2435.944
  • ...
Ji HUDA PARê di derheqê problemên Wanê de rapor
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatiya Bajêra Wanê ya HUDA PARê ve di derheqê mişkîleyên îqtîsadî û çareseriyên wan de raporteke berfireh hat amadekirin. Raporta ku hat amadekirin bi raya giştî re hat parvekirin.

Serokê Bajêra Wanê yê HUDA PARê Rasîm Saygin di derbarê raporta ku hatiye amadekirin de destnîşan kir  wanan, raportê wek teşkîlat di encama ziyaretên ku di  nava 3 mehan de kirine  amade kirine. Saygin her wiha diyar ew di pêvajoyeke 3 mehan de 2 hezar û 110 esnafan û oda, kooperatif û komaleyên ku ew pê ve girêdayîne hevdîtinan kirine û yek bi yek wan guhdar kirine.

Saygin di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di encama van hevdîtinan de vê raportê amade kirine.

Raporta ku hatiye amadekirin ji teref  Rasîm Saygin ve bi raya giştî re hat parvekirin.  Saygin di raporta ku bi raya giştî re parve kir de mişkîleyên sereke yên Wanê wiha bi rêz kir: “ Li bajarên me mişkîleyên mîna bêkarî, deynên ku nikarin bên dayîn, ceyranên ku bênavber qut dibin, derîyên sînorê yên ku vekirina wan nediyar e, çênekirina otogara nû, mişkîleya veguhastinê, ewlehî, perwedehiyên exlaqî û meslekî, projeya tekstîlê, kirêyên zêde, mişkîleya rûxsat û îmara bajêr û mişkîleya binêsaziyê hene. Ev mişkîle ne bêçareserî ne. Em digel diyarkirina mişkîleyan çareseriyên wan jî diyar dikin.”

Ji bo temamê raporta ku ji teref Serokatiya Bajêra Wanê ya HUDA PARê ve hatiye amadekirin bitikenin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir