Mînîbusa polêsan li otomobîlê qelibî: 9 birîndar
Li Denîzliyê mînîbusa polêsan li otomobîlê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de 7 jê polês tev de9 birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Denîzliyê li ser rêya Şîrînkoya taxa Yenîmahelleyê di derdora seat 07.30an de mînîbusa ku polês tê de bûn li otomobîlekê qelibî. Di qezaya ku pêk hat de 7 jê polês tev de 9 kes birîndar bûn.
Hat hînbûn rewşa birîndaran baş e.(ÎLKHA)