• DOLAR 32.386
  • EURO 35.088
  • ALTIN 2326.515
  • ...
Îddîanameya Baregaha Akinciyê hat temamkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serdozgeriya Komere ya Enqerê ve îddîanameya ku di derheqê fealîyetên FETO yên li 4emîn Baregaha Jetê ya Sereke ya Akinciyê yên di teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê de dihat amedekirin hat temamkirin.

Şikdarên sereke Fethullah Gulen û Akin Ozturk

Di îddîanameya ku hat amadekirin de hat diyarkirin  şikdarê sereke Fethullah Gulen e û Akin Ozturk jî di yekemîn kesê di baskê eskeriyê ya di darbeyê de ye.

Li gor îddîanameya ku ji 4 hezar û 658 rûpel û 570 klasoran pêk tê tev de 481 kes di doza ku hatiye vekirin de tên darizandin.

Her wiha Serokomar Erdogan, Serokê TBMMê Îsmaîl Kahraman û Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag wek wesfê mexdûr û muştekî di îddîanamê de cî girtine.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir