Îthalat zêde bû îhracat jî kêm bû
Di Meha Sibata 2017an de îhracat li gor meha heman sala borî ji sedî 1,9 kêm bû û îthalat jî ji sedî 1,6 zêde bû.
TUÎK îstatîstîka ticaretê ya meha Sibata 2017an daxuyand. Li gor danayên TUÎKê Di Meha Sibata 2017an de îhracat li gor meha heman sala borî ji sedî 1,9 kêm bû û îthalat jî ji sedî 1,6 zêde bû.
Li gor danayên TUÎKê yên ku hatine daxuyandin digel zêdebûn û kêmbûnan di meha sibetê de îhracat gihaşt reqema 12 milyar û 127 milyon dolar û îthalat jî gihaşt reqema 15 milyar û 800 milyon dolaran.(ÎLKHA)