• DOLAR 32.591
  • EURO 34.858
  • ALTIN 2492.15
  • ...
Ji Barzanî daxuyaniya 'referandûma xweseriyê'
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê Giştî yê YAyê Antonîo  Guterres û heyeta digel pê re ji bo ziyaretinan çûn Kurdistana Iraqê. Guterres û heyeta digel pê re ji teref Serokê Herema Kurdistana Iraqê  Mesûd Barzanî  ve li avahîya serokatiyê ya li Hewlêrê hatin pêşîwazîkirin.

Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat kirin. Hat diyarkirin di hevdîtinê de alîkariya ku dê ji bo penaberan bê dayîn û mijarên mîna ‘referandûma xweseriyê’ hatin axavtin.

Piştî hevdîtinê Barzanî ji ber ziyareta ku hatiye kirin kêfxweşiyên xwe anî zimên û dû re di derheqê referandûma xweseriyê de diyar kir ji bo xelk karibe di derheqê dahatûya xwe de qerarê bide dê di demeke nêz de ‘referandûma xweseriyê’ bê tertîpkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir