• DOLAR 32.6
  • EURO 34.851
  • ALTIN 2496.944
  • ...
Apê ku piyek wî tuneye dixwaze mexdûrîyeta wî bê çareserkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Apê Alî yê ku 75 salî ye li Entabê dijî. Apê Alî berî vê 2 salan ji ber 2 demarên piyên wî asê bûn piyek wî hat jêkirin. Apê Alî her wiha carek ameliyata qelb û 3 caran jî ya qezebê bûye û pê re nexwşiya astimê jî heye. Alî Erîkçiyê ku 75 salî ye û piyek wî tune ye ji bo malulen teqawîd bibe serî li SGKyê da, lê ji ber ku nexweşxane jê re rapora ji sedî 60 dikare bixebite hatiye dayîn teqawîdbûna wî hat betalkirin.

Apê Alî di derbarê mijarê de qala nexweşiyên bi xwe re kir û diyar kir di ser hal û nexweşiya wî de jê re ji sedî 60 rapora dikare bixebite danê û ji ber vê yekê SGK serîlêdana wî ya teqawîdbûnê qebûl nekiriye.

 “Ez nikarim li xwe binêrim û ji min re dibêjin ‘here bişuxile”

Erîkçî di axavtina xwe de diyar kir bi zehmetî be jî ew bi piyê protez û darê binçengan birêve diçe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “5 quruş pere nayê ber destê min. Zarokên min li min mêze dikin. Ew jî dê heta ku li min mêze bikin. Ger ku ez bi teqawîd bûbama em dikaribin debara xwe bikin. Birêz Serokomar, Serokwezîr û wezîrê tenduristiyê, wezîrê ewlehiya civak û xebatê halê min li ber çavan e. Ez 75 salî, nexweş û çend caran ameliyat bûme. Heyeteke teftîşê bişînin û bila werin halê min bibînin. Ez ji we alîkariyê teleb nakim, ez heqê xwe yê yasayî dixwazim. Bi hezaran kesên ku ji min sexlemtir in teqawîd bûne lê ez nikarim teqawîd bibim. Ez mexdûr im. Ez nikarim li xwe binêrim û ji min re dibêjin ‘here bişuxile.”

Erîkçî  di berdewama axavtina xwe ji ber ku ew hatiye mexdûrkirin wha bertek nîşan da ‘Ma ez ne welatiyê vî welatî me?(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir