• DOLAR 32.379
  • EURO 35.055
  • ALTIN 2325.448
  • ...
Ji Yapicioglu peyama 3 Mehên Pîroz û Qandîla Regaîbê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di derheqê 3 Mehên Pîroz û Qandîla Regaîbê ya ku dê îro were derkkirin de peyam weşand. Yapicioglu di peyamê de temenî kir ku ev 3 Mehên Pîroz û Qandîla Regaîbê ji alema Îslamê re pîroz bibe.

Yapicioglu bal kişand ku Xwedê Teala di van mehên ku di nav xwe de şevên mibarek dihewîne de ji bo ku ji neqenciya madî û manewî xelas bibe firset daye însanan. Dûvre Yapicioglu di peyamê de wiha diyar kir: “3 Mehên Pîroz ên ku di nav xwe de şevên Regaîb, Mîrac, Berat û Qadirê dihewînin ji bo alema Îslamê pîroz bibe.”

Yapicioglu diyar kir ku hemî mirovahî di vê heyama hanê de mihtacê rêberiya wehyê ne û ev yek eşekere xuya dike. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: “Li hemberê me Xerbeke ku wek manewî xera bûye, li ber serê me jî alema Îslamê ya ku berê xwe daye nirxên Xerbê yên ku xera bûne û berê xwe ji xwe bi xwe û nirxên xwe zivirandine heye.”

Yapicioglu di peyamê de wiha diyar kir: “Tu welatên ku libasê îzzetê ya Îslamê ji ser xwe daniye û libasê koletî û zilletê ya Xerbê li xwe kiriye heta îro aramî û rihetî nedîtiye. Hema hema li her derê alema Îslamê îşqal, xerakirin, xwîn û hêstir heye. Sedema vê yekê jî ew e ku me berê xwe ji biratiya ku Îslam bexşê me kiriye zivirandiye û em di nav îxtilaf, gengeşî, fitne û fesadiyê de ne.”

“Em hewl bidin ku ji feyz û bereketa mehên mibarek îstîfade bikin”

Yapicioglu wiha ragihand: “Wek Misliman, ji bo ku heq û edalet, aramî û selamet li rûyê dinê hakim bibe em ji xîret û berpirsyariyên xwe haydar bibin. Rebiteya xwe ya bi Xweda re xort bikin û hewl bidin ku ji feyz û bereketa mehên mibarek îstîfade bikin.

Yapicioglu wek tewsiye wiha dawî li peyamê anî: “Ez temenî dikim ku Xwedê Teala Mehên Receb û Şebanê ji me re mibarek bike û me bigihijîne Meha Remezanê. Xwedê Teala vê îklîma rehmetê ji wehdeta Umeta Îslamê, hîdayeta mirovahiyê, xelasiya mezûm û qeherbûna zaliman re bike wesîle. Meha Recebê û Qandîla Regaîbê ya alema Îslamê pîroz bibe.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir