"PYD-YPG dê li Minbicê nemînin, 16ê Nîsanê ji bo vê yekê girîng e"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di weşana zindî ya ku beşdarî bû de destnîşan kir piştî El-Babê ew nêzî Minbicê bûne û wiha got 'PYD-YPG dê li Minbicê nemînin, 16ê Nîsanê ji bo vê yekê girîng e.'
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan doh beşdarî weşana zindî ya hevpar a Show TV-Haberturk TVyê bû. Erdogan di weşana zindî ya hevpar de daxuyaniyên girîng da.
Erdogan di berdewama axavtina xwe de qala hebûna PYD-YPGê ya li Minbicê kir û wiha axivî: “Piştî El-Babê em nêzî Minbicê bûn. PYD-YPG dê li Minbicê nemînin. Bi ya me hevkariya we ya bi rêxistina terorê re ne li gor şirîkayiya stratejîk a di NATOyê de ye. Ji her du rêxistinên terorê re bi şikleke ciddî gelek zêde çek tê dayîn. Hinek çekên van dikevin destê DEAŞê. Li vê derê dilê me vê erzû dike. Di bin navê alîkariya însanî de li Minbicê çikandina alan ne rast e. Em vê yekê digel hevalên xwe dinirxînin. Em ê çûyîna xwe ya bi ser wan de bidomînin. Ji ber vê yekê 16ê Nîsanê girîng e.”(ÎLKHA)