• DOLAR 32.494
  • EURO 34.932
  • ALTIN 2436.79
  • ...
"Hişmendiya pirtûkê ya ku di civakên Îslamê de heye di tu civakê de tune"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê bi minasebeta Heftiya Pirtûkxaneyan a 53 yemîn bi sernava “Pirtûkxaneyên ku Mekanên sêyemîn in” bername hat lidarxistin. Di bernam de qala girîngiya pirtûkan hat kirin.

Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Talîp Gul di bernamê de axivî. Gul wiha axivî: “Dema ku mirov li mizgeft û avahiyan dike gelek şûna medeniyetan tên dîtin. Ji sala 1964an pê ve her mehên Adarê wek ‘heftiya pirtûkxanê’ tê pîrozkirin. Bi minasebeta vê yekê em hatin cemhev. Di dîrokê de bingeha medeniyetan li ser pirtûkan hatiye avakirin. Pirtûkxaneya yekemîn jî li ser van axan hatiye avakirin.”

Erkedarê Hîndekariyê yê Fakulteya Perwerdehiyê Doç. Dr. Îrfan Yildiz di bernamê de axivî. Yildiz diyar kir ku Diyarbekir di dîrokê de navenda ilm û çandê bûye. Dûvre Yildiz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Vekirina pirtûkxaneke ji bajareke wiha re deynê sitûyê me ye. Em ji pirtûkxaneyê re dibêjin Diyarbekir. Lewra Diyarbekir navê heremek e. Di heyama ewil a Îslamê de Qebîla Bekîr Bîn Vahy hatiye li vir bi cî bûye. Piştî vê yekê ev der wek Diyarbekir hatiye navandin.”

“Mixabin em El Cezîreyê ji Xerbiyan hîn bûn”

Ji gotrvanan yekî jî Prof. Dr. Îhsan Işik bû. Işik diyar kir ku Diyarbekirê ji zanîngehên herî ewil ên Anadolê yekî bûye û galak alim û zanist li Diyarbekirê perwerdehiyê dîtine. Dûvre Işik wiha diyar kir: “Di vê bajarê me ya ku li dinyayê navnîşan e de di heman wextê de berhemên me yên hunerî û xebatên bestevanên me ji bo ku bigihêje pêşerojê ev pirtûkxane girîng e. Mixamin beriya me Xerbiyan di warê me de xebat kirine. Mixabin em El Cezîreyê ji Xerbiyan hîn bûn.”

 “Hişmendiya pirtûkê ya ku di civakên Îslamê de heye tu civakê de tune”

M. Şefîk Korkusuzê ku gelek pirtûkên wê di derbarê dîrok û çanda Diyarbekirê de hene wiha wiha axivî: “Pirtûka min a herî ewil ‘Ulemayên Diyarbekirî’ dûvre ‘Wexteke Diyarbekir’ û dûvre jî bi dehan pirtûk min di derbarê Diyarbekir de nivîsî. Înşaellah ev pirtûkxane dê mezintir bibe. Hişmendiya pirtûkê ya ku di civakên Îslamê de heye tu civakê de tune.” (ÎLKHA)







































Bu haberler de ilginizi çekebilir