• DOLAR 32.625
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2508.106
  • ...
"Dijmintiya li dijî Îslamê ya ku li Xerbê zêde dibe ji planên şeytanî serbixwe nîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê ve hat dayîn de qala operasyonên li Tirkiyê tên lidarxistin, êrîşên DYAyê yên li dijî siwîlan, dijmintiya li dijî Îslamê yên li Xerbê zêde dibe û projeya îşqalê ya Siyonîst hat kirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Cezaya polîtîkayên çewt ên ku di heyama pêvajoyê de hat şopandin wek gel îro em dikêşin.” û hat diyarkirin li bajarên ku Kurd dijîn mexdûriyet zêde bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di serî de hêzên tarî divê misade neyê dayîn ku ewlehiya gel were tehdîtkirin, ewlehiya mal û canê gel were temînkirin. Lewra ev wezîfeya eslî ya dewletê ye. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Di heyama herî dawî de operasyonên bandordar ên kuli dijî dabaş unsuran tên lidarxistin. Em careke din dixwazin diyar bikin ku pirsgirêka Kurdan bi hişmendiyeke salt a dê neyê çareserkirin. Her wiha di operasyonên ku tên lidarxistin de divê ji bo ku gel zirarê nebînin û hêzên ewlehiyê bi tûndî hereket nekin her cûr tedbîr werin sitandin. Divê di derheqê hêzên ewlehiyê yên ku hêza tûnd bikar tînin û sûcê wan çi dibe bila bibe heta îmkan heye kesên sûcdar wek sax werin qefilandin lê ji teref hêzên ewlehiyê ve tên kuştin de lêpirsîn were destpêkirin û werin cezakirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin pêwîst e ku mexduriyeta gel were çareserkirin û pirsgirêka Kurdan a ku hêj tê diyarkirin ‘gelo heye yan tune’ wek mayînde were çareserkirin. Dûvre daxuyanî wiha hat çareserkirin: “Divê neyê jibîrkirin ku gelê Kurd bi taybet piştî hilbijartina 7ê Hezîranê guh nedaye bangewaziya tûndiyê û piştîgirî nedaye terora çal û berîqetê. Divê mijarên meşrû yên gel ên wekê ziman û nasname, daxwaziyên însanî û Îslamî bê bazar û ji endîşeya konjoktorel têkeve rojevê. Çareseriya vê mijarê dê aşitiya civakî saz bike û ji memleketê me re hizûrê pêşewaz bike. Di encama vê yekê de dê beriya pirsgirêka siyonîzma nîjadparêz û emperyalîzma ku derdê wê ew e vê pirsgirêkê kûrtir bike were girtin.”

Êrîşên DYAyê yên ku siwîlan dike hedef

Daxuyanî wiha hat domandin: “DYAya ku doh xwe li pişta behaneya Seddam vedişart îro bi hinceta Esed di bergeha ajandaya şeytanî de li Erdnîgara Îslamî hewl dide ku wek mayînde bicî bibe. Em bi kul û kovan diyar dikin ku bi saziya jihevbûyî û bê hêz a di nav alema Îslamê de rêvebirên welatên Îslamê ji vê şerên ku emperyalîstan dane destpêkirin re bi binasiyên cûr bi cûr razî ne. Heta carinan teşwîq dikin. Ev yek kar û barên emperyalîzmên kureyî hêsantir dike. DYA, di vê bergehê de ji bo ku ji taşeronên bi wan re hevkarî dikin re qad vekin her cûr rêyan diceribînin.”

Di nirxandina rojevê de qala qetlîamên siwîl ên ku DYA li Musul û Rakkayê kiriye jî hat kirin. Di daxuyaiyê de mijar wiha hat ragihandin: “Di nabeyna çend rojan de li Rakka û Musulê pirraniya wê pîrek û zarok bi bombeyan bi sedan însan hatin qetilkirin. Hêj ku xwîna qurbanên qetlîameke zuha nebûye qetlîamên din hatin kirin. Bi vê qetlîama ku li dijî me tê kirin sîyonîzma nîjadperst û emperyalîzma kureyî dijmintiya xwe ya li dijî Îslam û Mislimanan carek din daye nîşandan.

 Polîtîkayên emperyalîst ên bi xwîn, kîn û întîqama bê dawî ji xwe re kiriye armanc erdnîgara Îslamê dike cehennem û mezlûm û belengazên ku welatên xwe terk dikin bi felaketê re rû bi rû dihêle. Li Behra Spî di encama serûbinbûna bota penaberan de 250 penaberên din jiyana xwe ji dest dan. Di operasyonên ku hêzên koalîsyonê bi hinceta derxistina ji Musulê ya DAÎŞê lidar dixe de li ciyên ku siwîl dijîn herî kêm 10 hezar avahî bûne kavil, 600 hezar însan jî li bajêr mehsûr mane.”

Projeya îşqala siyonîst

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rejîma îşqalker a siyonîst hewl dide ji destdayîna hêz, enerjî û jihevbûna alema Îslamê bi taybet meseleya Sûrî îstîfade bike. Rejîma îşqalker a siyonîst bi van îcraetên xwe dike ku erdnîgara îslamê bavêje nav agirê û Mislimanê li Xezê ji holê rake.

Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Rejîma îşqalker ji aliyekê ve ji bo ku axê îşqal bike zêde bibe avahî û eraziyên Filîstîniyan xes dike ji aliyekê ve jî di bin navê ‘berfirehkirina peravên avê’ de qada 860 KMyî ya sehaya behrê ya Lubnanê hewl dide ku xesp bike.”

Di daxuyaniyê de qala şehîdkirina Mazîn Fukahayê ji fermandarên tugaya Îzzeddîn El-Kassam hat kirin û wiha bal hat kişandin: “Rejîma îşqalker çend roj berê Mazîn Fukahayê ji fermandarên tugaya Îzzeddîn El-Kassamê şehîd kir û diyar kir ku dê gor tu peymanê hereket neke û li dijî Xezê şer bide destpêkirin. Wek HUDA PAR em bang li alema Îslamê dikin ku li dijî hemleyên Îsraîla siyonîst têkeve teyakuzê û xwedî li doza Filîstînê derkeve. Her wiha em şehadeta Fermandar Mazîn Fukaha pîroz dikin û ji tekoşîna wî re silavê dişînin û him serê HAMAS û him jî ya alema Îslamê xweş bibe.”

Dijmintiya li dijî Îslamê ya ku zêde dibe

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Dijmintiya li dijî Îslamê ya ku li Xerbê zêde dibe ji planên şeytanî serbixwe nînin.” Dûvre hat destnîşankirin ku li dijî alema Îslamê bi polîtîkayên mixenetî yên di çarçova berjewendiyê de rêvebirên Xerbê gelê xwe jî bi jehrê dixin; pêşewantiya organên weşanê, rêxistinên îstîxbaratê û saziyên din dikin ku li dijî Mislimanan êrîşê lidar bixin.

Her wiha herî dawî hat bibîranîn ku li Ewrûpayê li dijî muqeddesatên Îslamê êrîş tên kirin. Dûvre wiha hat ragihandin: “Divê li dijî wehşet û barbartiya ku him di erdnîgara me bi xwe de û him jî ya li Xerbê pêk tê xususiyeta sazkirina yekîneyên xwe bixwe hebe û ev yek di rojevê de cî bigire.” (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir