• DOLAR 32.376
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2325.22
  • ...
Dayika ku lawekî wî şehîd yek jî Yûsufî ye bi kilama ku distirîne kezeban şewitand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

M. Siddiq Yilmaz di sala 1992an de ji teref PKKyiyan ve hat qetilkirin û Mîthat Yilmaz jî berî vê 17 salan ji ber nasnameya xwe ya Îslamî hat girtin û dû re jê re  cezaya hepsa muebbet hat dayîn.  Cemîle Yilmaza ku dayika van her  ewladan e bi êş û hesreta lawên xwe rehmet kir.

Merhûme Cemîle Yilmaz beriya ku rehmet bike li ser lawê xwe Mîthat Yilmaz kilameke  dilşewat sitrand. Kilama ku dayika Yilmaz sitrand  êş û elema  ku ew ji ber hesreta lawê xwe kişandiye bi guhdêran dide hîskirin.

Cemîle Yilmaza ku ji ber hesreta dîtina lawê xwe kilam gotiye di kilama xwe de di derheqê lawê xwe Mîthat Yilmaz de wiha gotiye:

Yadê qurban te riha xwe di zindanan de spî kir

Tiştek nabe, tiştek nabe, tiştê te kiriye ji bo Rebbê aleman re ye

Yadê  qurban tiştek nabe, tiştek nabe

Wellah em nepoşmanin

Xweda me ji wê mukafata ku dê tu bistîne mehrûm neke

Mîthatê min yadê qurbanê

Min digot qey em ê cardin hev bibînin

Rebbê Aleman çêtir dizane lê em ê cardin hev nebînin

Yadê qurban em ê cardin hev nebînin, em ê cardin hev nebînin

Yadê qurban, Mîthadê min, çav reşê min, xerîbê min, mehpûsê min

Yadê qurban ew ê halê me çawa be

Em ji bo wan tiştên ku te riya Xweda û Pêxember de kiriye nepoşman in

Welleh em ne poşman in, ne poşman in, ne poşman in

Ez poşman  rihê xwe me

Êşa mirin û sekratê, ezabê qebrê, pira siratê li pêşiya me

Em ê çawa cewabê bidin, em ê çawa cewabê bidin

Ay û ay…

Cemîle Yilmaz 7 ewladên çav bigirî û zilamê xwe Hecî Talat Yilmaz li pey xwe hişt.

Hecî Talat Yilmazê zilamê Cemîle Yilmaz e diyar kir dema ku Cemîle wefat kir ji bo Mîthat karibe beşdarî şîna diya xwe bibe ew muracatî rayedaran kirine lê jê re destûr nehatiye dayîn.

Bav Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir lawê wî ji ber sûceke ku nekiriye hatiye girtin  û digel ku lawê wî sûcdarkirinan qebûl nekiribe jî jê re cezaya hepsa muebbet hatiye dayîn. Bav Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku lawê min hat girtin min  xwest ku  wî bibînim, lê wî nebiribûn girtîgehê. Li ewlehiyê îşkence lê dikirin. Kesên ku lawê min girtibûn û ceza dabûnê FETOyîst bûn. Ev FETOyîstên ku lawê min girtibûn dema ku sûcekî ku têxin stûyê lawê min nedîtin gefê li dozger xwarin. Lawê min ji ser wê dosyaya ku îmze neavêtibûye hat darizandin û bi neheqî hat girtin.”

Şeyhmus Yilmazê ku lawê Cemîle Yilmaz e jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Di wan salên 90î de ji ber nasnameya me ya Îslamî her du rêxistinên bi navê FETO û PKK me xistibûn hedefa xwe . Birayê min M. Siddiq Yilmaz di sala 1992an de ji teref PKKyiyan ve hat qetilkirin û kekê min Mîthat jî ji teref polêsên FETOyîst ve bi kumpas û komployan hat girtin. Her wiha ji ber nasnameya me ya Îslamî roket avêtin mala me. Di êrîşê de 5 kesên ku zarok û pîrek di nav de bûn birîndar bûn.

 “Nehiştin ku em xebera wefata diya min bidin kekê min”

Şeyhmuz Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku diya wan rehmet kir ji Mîthat re destûr nehatiye dayîn da ku beşdarî taziye û  definkirina cenazeya diya xwe bibe. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku diya min nexweş ket û wefat kir nehiştin rojekî jî kekê min Mîthat were ziyareta wê. Nehiştin ku em xebera wefata diya min bidin kekê min. Tu kes sersaxîyê neda wî. Lewra wî di hucreyeke yek kesî de digirtin. Ev zilm e. Ez bang li temamê rayedaran dikim. Heta ku zilm li Mislimanan bê kirin dewlet rûyê rihatiyê nabîne. Em dixwazin birayê min cardin were darizandin. Em efûyê  naxwazin  û ji tu kesî re lawayiyê nakin. Bila dosyaya wî vekin.  Delîlên sûcê di dosya wî de tuneye. Êdî bila ev zilm xelas bibe. Diya me rehmet kir, em û bavê me jî em ê wefat bikin. Gelo ev însan dê di zindanan de birizin?  Li benda wan in da ku di zindanan de bimrin?  Ew ê dû re poşman bibin û dê lêborînê bixwazin, lê em ê teqez wan roja axretê efû nekin. Em ê roja mehşerê ji vê zilma ku li me hatiye kirin dê gilîdar bin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir