Li Bedlîsê 12 PKKyî hatin kuştin
Di çolwara navçeya Tetwana Bedlîsê de di operasyona ku li dijî PKKê hat lidarxistin de 12 PKKyî hatin kuştin û yekî jî wek sax hat qefilandin.
Gor agahiyên hatine bidestxistin doh piştî ku di 7 gundên navçeya Tetwanê qedexeya derketina derve hat îlankirin li dijî PKKê operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonê de 12 PKKyî hatin kuştin û yekî jî wek sax hat qefilandin.
Hat ragihandin ku li herêmê operasyona hewayî didome. (ÎLKHA)