"Divê li heremê destek ji pîşêsaziya zireatî re bê dayîn"
Sekreterê Giştî yê Odaya Zireatê yê Êlihê Ebubekîr Dogan diyar kir li Herema Rojhilata Başûr a Anatoliya ku lê fealiyetên zireatî zêde ne divê pîşêsazî bê destekkirin.
Dogan di axavtina xwe ya ku di debrarê mijarê kir de destnîşan kir li Êlihê digel navçeyên wê nêzî miyonek donim araziyê ji bo zireatê hene û bang li rayedaran kir da ku ji herema ku lê fealiyetên zireatî zêde ne pîşêsazî bê destekkirin.
“Hema hema gubreya herî biha ya dinyayê bi kar tînin”
Dogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir cotkar ji bihabûna mazotê gilîdarin û wiha got: “ Karê cotkariyê kareke pir bi zehmet û bi meşeqet e. Cotkar van zehmetî û meşeqatên di demsala havîn û zivistanê de bi keda bedena xwe diborînin. Lê di warê kar de mijara îqtîsadî jî ji bo wan girîng e. Cotkarên me hema hema mazot û gubreya herî biha bi kar tînin."
“Herema me di qada pîşêsaziya zireatî de li paş maye”
Dogan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji bo herem pêşve biçe divê heqê mazot, gubre û tovê were daxistin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Cotkarên me karê herî bi zehmet dikin. Ji ber vê yekê bi ya min divê rayedar ji wan re bibin alîkar. Divê ji pîşêsaziya zireatî re dest bê dayîn. Lewra herema me herama zireatê ye. Digel ku pîşêsazî pêş ve çûbe jî dîsa însanên me bêyî zireatê nikarin debara xwe bikin. Nexasim li herema me di warê pîşêsaziyê de gelek zêde paş de mayîn he ye. Li heremê di warê pîşêsaziya zireatî de veberhênan gelek zêde hindik e.”
Dogan di dawiya axavtina xwe de diyar li Êlihê pîşêsaziya orşganîze heye wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li heremê bi şikleke gelekî baş zireata garis û pembû tê kirin. Dewlet dikare li vê derê fabrîkayên ta, pembû û rûnê garisê saz bike.”(ÎLKHA)