• DOLAR 32.575
  • EURO 34.937
  • ALTIN 2426.626
  • ...
 "Pêwîst e dev ji xewna Yekîtiya Ewrûpayê bê berdan"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

 “Bi ya me ew ê ev  guhartin  ji bo memleket bi xêr be”

Yapicioglu di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir teleba millet bi temamî makeqanûneke nû ye û wiha pê de çû: “Ne mimkun e ku bê gotin bi guhartina 18 maddeyan  ew ê bi temametî makeqanûneke nû derkeve holê; em  hêvî dikin ev guhartin ji bo makeqanûneke nû rêyeke nû vebike. Ji ber vê yekê bi ya me  ew ê bi vê guhartinê dê pergela wesayetê gavekê paş ve biçe. Bi ya me ew ê ev  guhartin  ji bo memleket bi xêr be û li gor mesleheta ummetê ye. Ji ber vê yekê me diyar kiribû ku em ê destekê bidin guhartinê û em ê li ser sindoqan dengê erê bidin.”

 “Ew tu car nebûn dostê vî milletî”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de di derheqê helwesta Ewrûpa de nirxandin kir  û ji dîmena ku li Îswîçreyê li serê fotografa Erdogan hebû û li ser dihat digot ‘bikujin’ hebû re bertek nîşan da û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hinek siyasetmedar dibêjin  ku Ewrûpa durûtiyê dike. Em jî dibêjin  na, Ewrûpa berî niha durûtî dikir. Ew tu car nebûn dostê vî milletî. Ew tu carî xêra vî memleketî nefikirîn û her tim çavên wan li ser vir bû. Ne tenê çavên wan destên wan jî li vê derê bû, xwestin vê derê tevlîhev bikin û her tim bi me re mijûl bûn da ku me berdin hev  û me zeîf bikin.  Em ji van kîjanê bikin em ê têkevin kemîna wan. Divê em serî ji wan re netewînin, divê em xwe neşbînin wan, divê em tabiê wan nebin, divê em dev ji nirxên neberdin û ned in dûv wan. Em mecbûr in li ber van bendê bikşînin. Rêya vê yekê jî yekbûn û digelhevbûn e.”

 “Pêwîst e dev ji xewna Yekîtiya Ewrûpayê bê berdan”

Yapicioglu di derheqê gotinên Erdogan ‘ Piştî referandûma 16ê Nîsanê em jî dikarin biçin Brexîteke nû. Em jî dikarin  di warê dewamkirin û dewamnekirina pêwendiyên bi Yekîtiya Ewrûpayê re de referandûmê bikin.’ de nirxandinan kir û wiha axivî: “Em vê yekê girîng dibînin. Divê ev referandûm jî bê kirin. Her wiha pêwîst e dev ji xewna Yekîtiya Ewrûpayê, dev ji pêvajoya endambûna tam bê berdan û divê milletê me vegerê li ser eslê xwe.”(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir