"Kesên ku xaç li dîwarên mizgeftên me aliqandin hûn nebûn?"
Serokkomar Erdogan ji helwestên welatên Ewrûpayê re bertek nîşan da û wiha diyar kir: "Kesên ku xaçên gamayî li dîwarên mizgeftên me aliqandin hûn nebûn? We mizgeftên me neşewitandin?"
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarê bernameya vekirina komî bû. Erdogan di bernameyê de ji ber helwestêb dewletên Xerbê bertek nîşan da.
Serokkomar Erdogan wiha destnîşan kir: “Dê hûn ji Serokkomarê Komara Tirkiyê re bibêjin dîktator. Lê dema ku em ji we re dibêjin faşîst zora we diçe. Dema ku em dibêjin nazî zora we diçe. Lê mêze bikin. Ez bi delîl diaxivim. Kesên ku xaçên gamayî li dîwarên mizgeftên me aliqandin hûn nebûn? Ji bo vê yekê we tu tişteke kiriye? We mizgeftên me neşewitandin?” (ÎLKHA)