• DOLAR 32.502
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2479.373
  • ...
"Bi firotina xişran neviyên xwe dide xwendin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Entabê xaltiya Yeter Nasîpa 60 salî ya ku digel umrê xwe ya pîr kors û xişr çêdike van difroşe da ku neviyên xwe bide xwendin. Nasîp diyar kir ew ji bo ku perwerdehiya neviyên we di nîvî de nemîne û wan bide xwendin vê karê dike.

Yeter Nasîp diyar kir ku ev kar bi zehmet e lê ji ber ku rizqeke helal qezenc dike ew pirr bextewar e. Dûvre Nasîp wiha axivî: “Qezenckirina perê helal pirr xweş e. Zor bibe jî keda milê min e. Niha ji ber ku hewa germ e pirsgirêk nîne. Lê zivistanê ji ber ku sar bû pir bi zehmet bû. Ji ber ku nexweş im ez aciz dibim. Ez rojeke çûm min paqijiya malan kir. Ji ber ku ez pîr im begem nekirin.”

Nasîp diyar kir ku ew kors û xişr çêdike û difroşe da ku neviyên xwe bide xwendin. Dûvre Nasîp wiha pê de çû: “Ez kors çêdikim û digroşim. Hemd ji Xweda re ez mihtacê tu kesî nabim. Bes ji bo ku neviyên xwe bidim xwendin ez têm li vir kors û xişrên ku min çêkiriye bifroşim. 3 neviyên min hene. Ez wan didim xwendin.”

“Ez ji şaredariyê bes ciyeke yek mêtre dixwazim”

Nasîp ragihand ji ber ku ew nexweş e êdî nikare di hewayê serma de bixebite. Biçûk jî bibe mesele nîne ew dixwaze ku Seroka Şaredariya Mezin a Entabê Fatma Şahîn alîkariya wê bike.

Nasîp, diyar kir ku geh geh zazbite jê re astengiyê derdixin. Dûvre Nasîp wiha axavtina xwe domand: “Ez ji dewlet nan an jî aş naxwazim. Ez ji şaredariyê bes ciyeke yek mêtre dixwazim. Roj dide vê derê. Lê ji ber ku ez ji zabitan ditirsim nawêrim qene sîwaneke jî danim vir. Ez mecbûr im van bifroşim. Dê ez piştî vê karê çi bikim.”

“Ez bişev çêdikim û biroj jî difroşim”

Nasîp diyar kir ku wê çêkirna korsê û hevalên xwe hîn bûye û ev 25 sal e ku vê karê dike. Dûvre Nasîp wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji bo ku ez neviyên xwe bidim xwendin xişr çêdikim û dûvre difrişim. 9 neviyên min hene 3yê wê li cem min dimînin. Yên din li Enqerê dimînin. Ez li neviyên xwe yên ku li cem min dimînin dinêrim.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir