• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "FETO ji Seîdê Nûrsî re PKK jî ji Kurdan reîxanet kir"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yildirim li Bidlîsa ku hatiyê li Qada Cumhuriyetê ya Taxa Ataturkê bi xelkê re hat bal hev û xîtabî xelkê kir.

“PKK û FETO di 15ê Tîrmehê de digel hev hereket kirin”

Yildirim di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir  FETOyê ku îddîa dike ew li pey Seîdê Nûrsî de diçe îxanetî wî kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “FETO ji Seîdê Nûrsî re PKK jî ji Kurdan re  îxanet kir. Ev FETOyê xaîn, nikare bibe neynikê Seîdê Nûrsiyê Bidlîsî. Ger Seîdê Nûrsî sax bana dê wî negirtibana cem xwe. Wî xaînî çi digot: ‘ Ji ber ku Seîdê Nûrsî Kurd e ez naçim balê.’ Ew ev qas zelîl û nemerd e. Him ji bo ku Kurd e tu naçî balê û him jî tu berhemên wî îstîsmar dikî. Ew ê ji van xaînan hisabê tiştên ku kirine dê bê pirskirin.FETO û PKK bercewiyên hev in. FETO ji Seîdê Nûrsî re PKK jî ji Kurdan re  îxanet kir. PKK û FETO di 25ê Tîrmehê de digel hev hereket kirin.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir