• DOLAR 32.521
  • EURO 34.798
  • ALTIN 2419.245
  • ...
HAMAS di derbarê şehîdkirina Fukaha de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HAMASa Hareketa Tekoşîna Îslamî, di derbarê şehîdkirina Mazîn Fukahayê ji fermandarên Tugaya Îzzeddîn El-Kassam ê ku doh hat şehîdkirin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku berpirsyarê qetla Fukaha rejîma îşqalker û siyonîst a Îsraîl e.

Di daxuyaniya ku ji teref HAMAS ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Fukaha yek fermandarê mêrxas ê ji Tugaya Îzzeddîn El-Kassam bû û ew ‘wefayê azadiyê’ bû.

HAMAS di daxuyaniyê de diyar kir ku xwîna şehîdan zayî nabe û tê zanîn ku HAMAS li dijî suîqastên wiha çawa tevger dike.

Di derbarê cinayetê de wek demildest lêpirsîn hat destpêkirin

Her wiha ji lîderên siyasî yê HAMAS Halîl El-Hayye di derbarê suîqastê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Xisûmeta Şehîd Fuqaha bi tu kesî re tunebû. Saziya ewlehiyê di derbarê cinayetê de wek demildest lêpirsîn destpêkir. Lê bes siyonîsta îşqalker ji vê cinayetê îstîfade dike.”

Tugayên Îzzetîn El-Kassam: cinayet plan û infaza siyonîsta dijmin e

Ji teref Tugayên Îzzeddîn El-Kassam ve di derbarê şehîdkirina Fukaha de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kesên Fukaha şehîd kirine dê hesaba vê yekê bidin.

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Îro, em Mazîn Furqan bi îzna Xwda dişînin cinetê. Niha em eşkere diyar dikin ku cinayet plan û infaza siyonîsta dijmin e. Ya ku dê mecbûr bibe wê cinayetê hilde ser xwe û bedela vê yekê bide dîsa ew e.”

“Dijmina siyonîst dê mecbûr bimîne bedela vê cinayetê bide”

Tugayên Îzzeddîn El-Kassam diyar kir ku dê dijmina siyonîst mecbûr bimîne bedela vê cinayetê bide. Dûvre di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Em li ber Xweda û Umetê sund dixwin ku dê dijmina siyonîst dê mecbûr bimîne bedela vê cinayetê bide.” (ÎLKHA) 







Bu haberler de ilginizi çekebilir