• DOLAR 32.335
  • EURO 35.121
  • ALTIN 2302.143
  • ...
HUDA PAR di derbarê kesê ku li qada newrozê hat kuştin de daxuyanî da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu di derbarê Kemal Kurkutê xwendekarê zanîngehê yê ku ji Meletî hatibû Diyarbekirê û li qada newrozê ji teref polêsan ve hat kuştin de daxuyanî da. Tanrikulu diyar kir divê ku bûyer bê zelalkirin û kesên ku raya giştî xapandine li ber darazê hesab bidin.

Tanrikuluyê ku serxweşî li malbata Kemal Kurkutê kir diyar kir pêwîst e lêpirsîna ku serdozgeriyê daye destpêkirin were zelalkirin û wezîfedarên ku vê ciwanê kuştin ji wezîfê werin avêtin û dûvre jî li ber darazê hesab bidin.

Tanrikulu daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve di derbarê vê ciwanê de dabû anî bibîranîn û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê dîmenên ku piştî 2 rojan di medyayê de hat dîtin da nîşandan ku daxuyaniya walîtiyê daye ne rast e û me dît ku walîtî heta niha di derbarê mijarê de daxuyanî nedaye. Di daxuyaniya yekemîn a ku ji teref walîtiyê ve hatibû dayîn de hatibû diyarkirin ku siwîlekî yê ku di destê wî de çente hebûye û gotiyê ‘dê ez we tevan bikujim.’ Lê piştî 2 rojan di dîmenên ku hatine weşandin de tê dîtin ku ciwanekî yê ku tazî ye û di destê wî de kêr heye û hewl dide bireve heye û hat dîtin ku ev kes bi qestî hatiye kuştin.”

“Gelek pirs di derbarê vê bûyerê de hene”

Tanrikulu diyar kir ku gelek pirs di derbarê bûyerê de hene. Dûvre Tanrikulu wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rastî di derbarê vê bûyerê de gelek pirs hene. Ji ber vê yekê pêwîst e lêpirsîna ku serdozgeriyê daye destpêkirin were zelalkirin û wezîfedarên ku vê ciwanê kuştin ji wezîfê werin avêtin û dûvre jî li ber darazê hesab bidin. Xisûseke din ew ku îhtîmala lêdana ji lingê ciwanê ve heye û an jî gelek rê û rêbazên ku ev kes were bêbandorkirin heye. Lê ev rasterast hatiye kuştin. Ev yek helwesteke rast nîne.”

“Eşkere ye ku ev kes biqestî hatiye kuştin”

Tanrikulu wiha pê de çû: “Gor agahiyên ku hatine bidestxistin amîr gotiye; ‘gule bernedin!’ Lê bêemrî hatiye kirin û bi şikleke cankuj hatiye kuştin. Divê ku ev kes ji wezîfê were derxistin û li ber darazê were darizandin. Her wiha tê idîakirin ku dest danîne ser dîmenên rojnamevanên li wir û van dîmenên di medyayê de ji holê rakirine. Divê kesên ku vê yekê kirine di derbarê wan de lêpirsîn were destpêkirin. Ji ber vê yekê di holê de rastiyeke heye. Ciwanekî jiyana xwe ji dest daye û eşkere ye kesê ku hatiye kuştin qestî hatiye kuştin. Divê ku demildest walîtî an jî serdozgerî vê mijarê zelal bike.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir