• DOLAR 32.378
  • EURO 35.044
  • ALTIN 2326.038
  • ...
Nîştecihên gundê Nûrsê qala Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bedîuzzeman Seîdê Nûrsiyê ku di sala 1878an de li gundê Nûrsa Hîzana Bidlîsê hat dinyayê di 23ê Adara 1960an de wefat kir. Nîştecihên gundê Nûrsê ji ber minasebeta 57emîn salvegera Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî  qala jiyan, micadele û armanca wî kirin û destnîşan kirin digel zilmên sirgun û hepsan Ustad tu wextî ji xizmeta Qur’anê bi paş ve gav neavêtiye û emrê xwe ji bo xelaskirina îmana însanan feda kiriye.

“Dikaribû xwe ji bo xelaskirina îmana însanan feda bike”

Ji gundiyan kesê bi navê Evdirrezaq Dalar di derheqê Ustad de diyar kir  Ustad însanekî wiha bû ku dikaribû xwe ji bo xelaskirina îmana însanan feda bike. Dalar dû re wiha  li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku cihû û kafir tevde di ser vê dewletê de dihatin û dixwastin Îslamê ji rastê rabikin û dema Komarê de gelek alim dihatin daliqandin Ustadê ku Xweda wî mihafeze kir, qet netirsiya û micadeleya xwe kiriye.  Digel ku çendîn caran  jehr dabinê, wî avêtibin zindanan jî û wî sirgun jî kiribin, Ustad ji bo hakimiyeta Îslamê  cîhada xwe domand.”

 “Pêwîst e alema Îslamê Rîsaleya Nûr baş fêm bike û tetbîq bike”

Dalar di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew Rîsaleyên ku Ustad nivîsandine ji bo alema Îslamê di hikmê reçeteyekê de ne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger ku Kurd, Tirk û alema Îslamê  reçeteya Rîsaleya Nûr a ku Ustad nivîsandiye baş fêm kiribana dê îro ev zilm îro nehatibana serê me. Ew reçeteya ku Ustad nivîsandiye reçeteya biratî, Îslam û îmanê ye. Ji vê pê ve ne tu tişt e. Îslamê hiqûqa tu kesî bin pê nake. Heqê hemû kesan dide wan.  Ji Cihû, Mesîhî û ji temamê neteweyan re heqê wan dide wan. Hiqûqa Îslamê edalet e. Ustad jî her tim edaletê teleb dikir.”

“Bila Qur’anê baş bixwînin”

Dalar di berdewama axavtina xwe de diyar kir qalê wî dema ku 20 salî bû li Wanê çûye ziyareta Ustad û di dema wê ziyaretê Ustad wiha jê re gotiye: “Ji gundiyan re bibêj bila Qur’anê baş bixwînin. Bila dîqqet bikin. Ew zen dikin ku ev dinya şekir e, lê ne wisa ye. Ev dinya mar e, jehr e.”

 “Ji ber ku em gundî û naskiriyê Ustad in em kêfxweş û ser bilind in”

Kesên bi navê Seîd Okur û Abdullah Okur jî di derbarê mijarê de destnîşan kirin ji ber ku ew gundî û naskiriyê Ustad in  kêfxweş û ser bilind in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kirin: “ Ustad alimekî mezin bû. Ji ber ku em gundî û naskiriyê Ustad in em kêfxweş û ser bilind in. Exlaqeke wî pir baş hebû. Doza Ustad doza Qur’anê bû. Tu carî xêza Îslamê terk nekir.  Em dixwazin zarokên me Rîsaleyan bixwînin û em vê yekê arzû dikin. Em dixwazin wek gundî û xizmên Ustad jê layiq bibin.”

Gundiyê bi navê Menav Dalar jî di derheqê girîngiya berhemên Ustad de diyar kir bila hemû kes Rîsaleyên wî baş bixwînin, lewra  Ustad silha cîhanê dixwast. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir