Qerara 'torbeya hilbijartinê' di Rojnameya Fermî de hat weşandin
Qerara ku jiteref YSKyê ve di derbarê hazirkirina amûrên torbeyê ya hilnijartinêde hatibû dayîn di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Berî niha ji teref serokên lijneya hilbijartinê ya Lijneya Hilbijartina Bilind ve di derbarê hazirkirina amûrên torbeya hilbijartinê de qerarek hatibû dayîn ku ev qerar îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Di qerara ku hat weşandin de ev tişt hatin destnîşankirin: Ji teref serokên lijneya hilbijartinê yên navçeyan ve ji serokên lijneya sindoqan re teslîmkirina torbeyên amûran, berî hilbijartinê 48 seatan ji teref serokên lijneya sindoqan ve kontrolkirin û teslîmkirina amûrên bikaranîna dengan û di wextê wê de li ser serê sindoqê hazir bûn.(ÎLKHA)