Du keştiyê penaberan binav bûn: 250 mirî
Li Behra Spî du keştiyê penaberan binav bûn, di encama binavbûnê de250 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin li Behra Spî, li 15 mîl ji Lîbyayê dûrahî du keştiyê penaberan binav bûn, di encama binavbûnê de 250 kes jiyana xwe ji dest dan.
Piştî ku xebera binavbûnê hat hînbûn re ekîbên xilaskirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat diyarkirin li cihê bûyerê 2 keştî binavbûne û 250 kes jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hat diyarkirin hewil tê dayîn cesed bên derxistin.
Her weke ku tê zanîn sala borî di Behra Spî de nêzî 5 hezaran penaber jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)