• DOLAR 32.598
  • EURO 34.747
  • ALTIN 2498.909
  • ...
"Çi qas kareke baş hebe, ev ji van re dibêjin naxêr"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Bînalî Yildirim li Elezîzê bi nûnerên STKyan û bi partiyiyan re hat bal hev. Yildirim di hevdîtinê de diyar kir ku Kemal Kiliçdaroglu beriya hilbijartinên Yekê Mijdarê soza guhartina makeqanûnê daye, lê niha ji bîr kiriye.

“Çi qas kareke baş hebe ev ji van re dibêjin naxêr”

Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir CHP bûye mekîneya derewan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her roj derewek, ev bûne mekîneya derewan. Wellah ger Teyoyê Pehlêwan ê Erzeromî bi van bibîhîze dê li wan bide.  Çi dibêjin ‘ Ew ê desthilatiya zilamekî çêbibe, di şevekê de dê temamê memûran bi memûrên hevpeyman’ û gelek gotinên mîna van. Birayên min! Em ne mecbûr in bersivê bidin derewên wan. Di derewên xwe de dixeniqin. CHP êdî bûye mekineya derewan. Ev kes naxêrker in, çi qas kareke baş hebe ev ji van re dibêjin naxêr. Lê dê milletê me bersiva pêwîst bide wan.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir