• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Daxwaziya malbata ku di xaniyê xirabe de dijî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rewşa malbata Erdenê ya ku li gundoka Gresîra girêdayê Êlihê di xaniyeke xirabe de dijî û vê xêniya xwe ya ku derz tê de heye bi bandê daye girtin hinava mirov dişewitîne.  Malbat bendewar e ku alîkarî lê were kirin.

Abdurrahman Erdenê ku 7 sal berê ji ber ku dûçarê nexweşiyeke bûye jin û zarokên wî terka wî kirine. Lê Erdenê ku dûbare zewîcî û bi jina xwe re di xaniyeke nelihevhatî de dijî diyar kir daxwaziya wî ew e ku xaniya ew tê de ne ji nû ve were sazkirin.  

Erdenê ku diyar kir ew ji ber nexweşiya xwe ya qelbê û edrê nikare bixebite wiha pê de çû: “Ev 8 sal e ku ez ji qelbê xwe hatime ameliyatkirin. Ez nikarim bixebitim. Dehata min bes meaşê astengdariyê ya ku 3 meh carek didin min e. Nêzî 35 sal e ku xaniyê me di vê halê de ye. Hema hema xera bibe. Dema ku baran dibare av têkeve nav xanî. Min banê bi naylonê girt. Lê her derê naylonê çiritiye.”

Erden diyar kir ku ew bendewarê alîkariyê ye. Dûvre Erden wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin ku xêrzwaz alîkariya me bikin. Ez dixwazim bi alîkariya ku dê li min were kirin ji xwe re avahiyeke nû ava bikim. Erd ya me ye. Lê îmkana me tunê em çêbikin. Dema ku baran dibare mala me ji avê tê dagirtin. Ez bi meaşa astengdariyê ya ku 3 meh careke dide min aboriya xwe temîn dike. Ji bo ku xaniyê min xera nebe min bi sitûnên ji mizgeftê aniye daye sekinandin.” (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir