• DOLAR 32.335
  • EURO 35.126
  • ALTIN 2309.58
  • ...
SON DAKİKA
Ji ber ku parêzer beşdarê niştina biryara Doza Yasîn nebûn doz hat taloqkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku parêzerên qetîlên Yasîn Boru, Huseyîn Dakak, Rîyat Guneş û Hasan Gokozên di 6-7ê Cotmeha sala 2014an li Diyarbekirê ji teref HDPKKê ve hatin qetilkirin beşdarê niştina 14 emîn a ku 41 bersûc tên darizandin û dê biryara vê dozê bihatiba dayîn nebûn doz taloqê 3yê Nîsanê bû.

Niştina 14 emîn a Doza Yasîn Boru û hevalên wî di Mehkemeya Cezaya Giran a 2 yemîn a Enqerê de hat dîtin. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka siwîl û parêzger beşdarê vê niştinê bûn.

5 parêzerên qetîlan mazeretên xwe ragihandin û berşdarê niştinê nebûn. Serokê mehkemê diyar kir ku di şûna van 5 parêzeran de wekîlek hatiye tayînkirin. Di şûna 4 parêzerên din de wekîl nehatine tayînkirin û mecbûr mane mazeretên xwe ragihînin.

Serokê mehkemê diyar kir di dozê de ji bo ku biryar were dayîn divê ku di salona niştinê de wekîlên her bersûcê li wir bibin. Ji ber vê yekê serok diyar kir ku di vê halê de ew nikarin biryarê bidin.

Dê biryar di 3yê Nîsanê de were dayîn

Serokê mehkemê diyar kir di niştina ku dê were liarxistin de beşdarbûna parêzeran mecbûrî ye. Dema ku parêzer beşdarê vê niştinê nebin dê dosyayên van parêzeran werin veqetandin û biryar dê di 3yê Nîsanê de were dayîn.

Mitalieya di derbarê esasa vê doza ku 21ê wê girtî û bi tevahî 41 kesên ku tên darizandin de Dozgerê Komarê Abdurrahman Yalçin di meha sibatê de pêşewazê mehkemê kiribû.

Di mitalieyê de ji bo 23 bersûcan cezaya sermedî ya ku 6 car hatiye girankirin, ji 14 kesan re jî teleba beraetê hat xwestin. Her wiha di mitalieyê de tê telebkirin ku dê ji ber endambûna rêxistinê ceza ji kesekî re were dayîn û 3 kes jî firarî ne.

Ji Abdurrahîm Pamuk, Sedat Çoban, Mehmet Şah Yuce, Umît Doganay, Remzî Ozşan, Ahmet Taylan, Hasan Uyanik, Alî Karakurt, Erkan Balaban, Resul Savur, Alî Guler, Ahmet Tura, Mehmet Çaglar, Cevher Turk, Cîhan Yildiz, Ridvan Baş re cezaya sermedî ya ku 6 car hatiye girankirin, ji 14 kesan re jî teleba beraetê hat xwestin.

Ji zarokên bi navê Y.O, F.G, A.S, M.D û F.Kyê ku vê yekê bi wan dane kirin re jî bi binasiya ku “li ser navê rêxistinê sûc hatiye kirin” re ceza tê xwestin.

Her wiha di mitealeyê de ji kesên Hasan Okçu, Huseyîn Okçu, Ahmet Bîçîcî, Mahsun Kurt, Hasan Aldemîr, Burhan Dîcle, Adem Kaçmaz, Ahmet Arîf Yusufoğlu, Ahmet Tanriverdî, Abdulvahap Turan, Ersîn Adiyaman, Abdurrahman Turan û zarok M. İ yên ku bi Yildiz Doganay re gotine “wan bikujin” re ceza tê xwestin.

Ji bo bersûc Burhan Ay, Ersîn Fîlîzer û Îsa Ozelê di derheqê wan de biryara qefilandinê hatiye dayîn tê xwestin ku dosyayeke din were vekirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir