• DOLAR 32.589
  • EURO 34.791
  • ALTIN 2407.306
  • ...
"Divê ku Welatên Ewrûpa û DYA ji ber Qetlîama Helebçê werin darizandin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mahmut Kilinçê endamê GÎKa HUDA PAR yê ku bi minasebeta salvegera Qetlîama Helebçê ya 29 emîn çû Kurdistana Iraqê di derbarê rewş û qetlîama Helebçê de ji ÎLKHAyê re axavtin kir.

Kilinç diyar kir heta ku dîktatorê Rejîma Baasa Iraqê Saddam, welatên Ewrûpa û DYA neyên darizandin dê birîna Helebçê kew negire.

Kilinç anî bibîranîn ku rejîma Saddam di 16ê Adara sala 1998an de li ser gelê Helepçê ya mezlûm û belengaz bombeya kîmyayî reşandiye û di encama vê yekê de 5 hezar mezlûmên Helebçeyî şehîd bûne û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Dûvre Kilinç diyar kir ku ji wê rojê pê ve her sal li Helebçê bername hatine lidarxistin û ji bo ku beşdarê vê bernamê bibin wek Şaxa Ciwaniyê ya HUDA PARê lijneke hatiye da ku beşdarê vê bernamê bibe.

Kilinç wiha diyar kir: “Em bi şaxa me ya ciwaniyê, endamên Lijneya Îdareya Giştî û hinek serokên me yên bajêr û navçeyan re bi minasebeta salvegera 29 emîn a Qetlîama Helebçê hatine vir.”

Kilinç di derbarê bernameya ku hat lidarxistin de wiha daxuyanî da: “Şewatên pêk hatine hêj li Helebçê didomin. Di wê dîrokê de bi kesên ku hatine şehîdkirin re bi hezaran kes di encama êrîşa bombeya kîmyayî de birîndar bûne, seqet bûne û pirsgirêkên di derbarê vê yekê de didomin. Ev hemî geşedan di bernameya bibîranînê de carek din tê diyarkirin.”

Kiliç diyar kir ku dûvre rejîma Saddam hilweşiyaye, Saddam û Aliyê Kimyayî (Ali Hasan el Mecîd) hatine îdamkirin. Lê hêj birîna Helebçê baş nebûye.

Kilinçê ku bal kişand ser hêzên li pişta Saddam wiha li axavtina xwe zêde kir: “Însanên Helebçê yên ku me bi wan re hevdîtin kir idyra dikin heta ku kesên vê kimyayê bi Saddam dane temînkirin neyên cezakirin birîna Helebçê baş nabe. Divê ku Welatên Ewrûpa û DYA ji ber Qetlîama Helebçê werin darizandin.” (ÎLKHA) 







Bu haberler de ilginizi çekebilir