Di derbarê gumanbarê ku di bernameya newrozê de hat lêdan daxuyanî
Walîtiya Diyarbekirê di derbarê kesê ku ji teref polêsan ve di bernameya newrozê de hat lêdan de daxuyaniyeke nivîskî da.
Walîtiya Diyarbekirê di derbarê kesê ku ji teref polêsan ve di bernameya newrozê de hat lêdan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gumanbar wek bertek gotiye “di çenta min de bombe heye, dê ez we bikûjim” û dûvre bi kêrê êrîşê polêsan kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin gumanbar dema ku dê bikatiba qada newrozê polêsan xwestiyê ku li ser wî lêgerîn bikin. Lê wî misade nekiriye. Dûvre gumanbar wek bertek gotiye “di çenta min de bombe heye, dê ez we bikûjim” û dûvre bi kêrê êrîşê polêsan kiriye. (ÎLKHA)